Mijdar 02, 2022 13:56 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: 13`ê Abanê nîşaneya şerûdî û şikestina Amerîkayê ye

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina tev komek ji xwendevanan destnîşan kir: 13`ê Abanê (4ê Mijdarê) nîşana şerûdiyê, debedîtin û şikestina Amerîkayê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilaba islamî, îro Çarşemê bi helkefta roja neteweyî ya têkoşîna li dijî îstibar û mêtingeriya cîhanî û roja xwendevanan, li hevdîtina tev komek ji xwendevaran got: 13`ê Abanê rojeke dîrokî ye. Ew roj hem dîrokî ye, hem jî tecrûbe dide û hem jî roja fêrbûnê ye.

Rêberê giranqedr ê inqilabê herwiha got: 13'ê Abanê dîrokî ye, yanî di vê rojê de bûyerên ku wê di dîrokê de bimînin qewimîn, ev bûyer nayên jibîrkirin, divê neyên jibîrkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Ev roj tecrûbe û azmûnê li ber hemûyan radixe, ji ber ku ji ber van bûyeran reaksiyonên ku ji bo me, ji bo pêşeroja welat, ji bo pêşeroja jiyana we, ji bo pêşeroja miletê we ders in derketin holê.

Rêberê giranqedr ê inqilabê herwiha got: Ji bo kesên ku difikirin Amerîka hêzek bêşikest û mayinde ye, li bûyerên vê rojê binêrin, derdikeve holê ku ew ne wusa ye, ew bi tevahî li ber şikestin û ziyanê ye.

Ev Nûçe dê were nûkirin.....

Serepeyv