Mijdar 02, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Civîna Cîgira Serokê Koma Dostaniya Parlemana Sûriyê bi Emîr-Ebdullahiyan re

Heyfa Cuma, Cîgira Serokê Koma Dostaniya Sûriye-Îranê ya Parlemana Îranê û şanda pê re, duh êvarê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîrabdollahiyan re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê hevdîtinê, Husên Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser rol û pêgeha parlemanên du welatan li babeta şopandina berfirekirina hevkarî û peywendiyên du welatan di warên curbicur de û li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftinên her du welatan di warê aborî de li gor şiyanên heyî pêgîrî kir.

 Di vê hevdîtinê de Heyfa Cuma Cîgira Serokê Koma Dostaniya Sûriye û Îranê ya Parlemana Sûriyê jî bal kişande ser peywendiyên stratejîk ên di navbera her du welatan û pêgirî li ser pêzanîna gel û dewleta Sûriyê kir ku li şerê dijî têrorîsm û tundrewiyê Komara Îslamî ya Îranê li kêleka gelê Sûriyê rawesta.

Wê şehîdên şerê li dijî terorê li Sûriyê bi rêz û hurmet bi bîr anî û desnîşan kir ku bîr û navê serdarê mezin ê berxwedanê şehîd Silêmanî di dilê gelê Sûriyê de wek sembola fedakariyê hertim dimîne û ev şehadet nîşana vê yekê da zanîn ku gelên du welatên Îran û Sûriyê dijmineke hevpar hene.

Cîgira Serokê Koma Dostaniya Sûriye-Îranê ya Parlemana Sûriyê dema ku serdana navendeke Mala Afirînerê li Têhranê kir, pêşkeftinên zanistî li Îranê bilind nirxand û ew yek bi berxwedan û rawestana gelê Îranê li hember boykot û cezayên zalimane nirxand.

Heyfa Cuma amaje bi xirakirin û reşkirina rûyê welatên mêhwera berxwedanê ji aliyê împaratoriya medyaya rojava ve kir û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina eniya ragihandina berxwedanê kir ku rûyê xwe yê rast nîşan bide û derewên vê împaratoriya medyayî eşkere bike.

Serepeyv