Mijdar 01, 2022 09:18 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan: Îran hertim bi serfirazî ji komployên dijminan derbas bûye

Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî digel hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî da tevî amajeya bi êrîşa terorîstî li Şahçiraxê, got: Îran hertim bi serfirazî ji komployên dijminan derbas bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî bi hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî Mewlûd Çawûşoxlû ra got: Di hefteyên derbasbûyî da hin dijminên hikûmeta Komara Îslamî hewil da ku bi neçêbikaranîna bûyerên vê dawiyê, ne-ewlehiyê li Îranê pêk bînin û rewşê ji bo êrîşa terorîstî xweş bikin.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê heta niha bi caran komployên wiha dîtine û hertim jî bi serfirazî ji wan derbas bûye.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha ji ber bûyera li kanzeke Tirkiyê sersaxî da gel û dewleta Tirkiyê û hêviya şîfayê ji bo birîndarên vê bûyerê kir.

Wî her wiha Roja Neteweyî ya Tirkiyê pîroz kir.

Mewlûd Çawûşoxlû jî tevî sipasiya ji peyama pîrozbahiyê bi boneya roja neteweyî ya vî welatî, got: Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye tenê du welatên cînar nînin, belkî du welat in ku din rojên baş û nebaş da hertim li kêleka hev bûne.

Wezîrê derve yê Tirkiyê tevî şermezarkirina bûyera terorîstî li Şîrazê, careke din hevxemiya xwe digel dewlet û gelê Îranê anî ziman û tekez kir: Tirkiye hertim jibo têkoşîna dijî terorîsmê li kêleka Îranê ye.

 

Serepeyv