Cotmeh 31, 2022 17:15 Asia/Tehran
  •  Kenanî: Dawakerên baxnişîniyê li hemberî cinayeta terorîstî li Şahçiraxê bêdeng man

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser cinayeta terorîstî li herema paqij a Şahçiraxa Şîrazê û got: Yên ku xwe wek baxnişîn û kesên din wek niştecihên daristanê bi nav dikin, li hemberî vê cinayetê bêdeng mane.


Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna hefteyî ya digel nûçegihanan da her wiha got: Dawakerên baxnişîniyê li hemberî cinayeta terorîstî li Şîrazê piştevaniya ji mafên jinan, mafên mirov û zarokan ji bîr kir û bi peyvên dualî hin tişt gotin û bi hêsanî ji kêleka wê derbas bûn.

Kenanî got: Wan rola xwe ya gurrkirina tundûtûjî, alozî, handan û xweşkirina rewşê ji bo van cûre kiryarên terorîstî û tehl ji bîr kir û berpirsyariya xwe di vî warî da paşguh kir.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê pesna serdarê sipehbod şehîd Qasim Silêmanî di têkoşîna dijî terorîsmê da û got: Eger rola bibandor a Îranê û ev serdarê binav di têkoşîna dijî terorîsma DAIŞê da nebûya, welatên dawakerên mafên mirovan heta vê demê dê tûşî cinayetên ji ber vê tevgera teorîstî bûbana.

Serepeyv