Hêza deryayî ya Sipahê: Neftkêşa biyanî ya desteserkirî di bin şopandina istixbaratî da bû
Fermandarê Navçeya Yekem a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Keştiya nefkêş a binpêker û hilgira ardûya qaçax ku di bin şopandina istixbaratî ya hişmendane da bû, piştî wergitina tam a ardûyê ji qayîqan, hat desteserkirin.
Serdar edmîralê duyem ê pasdar, Ebas Xulamşûahî Fermandarê Navçeya Yekem a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand: Zêdetir ji 11 miliyon lître ardûya qaçax ji cûreya Gazolê li Kendava Farisê ji aliyê leşkerên Navçeya Yekem a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî va hatiye desterkirin.
Serdar Xulamşahî got: Keşfkirin û destdanîna ser keştiya biyanî ya hilgira ardûya qaçax li nêzikî Tengava Hormuzê bi hevahengiya rayedara dadwerî va pêk hat û di vî warî da 21 xizmetkarên keştiya neftkêş a binpêker hatin girtin û radestî rayedara dadweriyê hatin kirin.
Fermandarê Navçeya Yekem a Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Keştiya desteserkirî serşebekeya komeke qaçaxê ya birêxistinkirî ye ku ardû ji qayîqên sivik werdigirt û bo derveyî qada avê ya Îranê vediguhest.