Cotmeh 31, 2022 13:18 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtila'atê yê Îranê: Sebebkarê duyem ê cinayeta terorîstî li Şîrazê hat girtin

Wezîrê Îtila'atê yê Îranê qala girtina sebebkarê duyem ê kiryara terorîstî li Şahçiraxê (S) kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hucet ul-îslam Seyid Îsmayîl Xetîb Wezîrê Îtila'atê yê Îranê roja Duşemê di nehemîn komcivîna neteweyî ya Bergiriya Sivîl da tevî rêzgirtina li şehîdên cinayeta terorîstî li Şîrazê û pîrozkirina bîstemîn salvegera damezirandina Rêxistina Bergiriya Sivîl, got: Ji ber berçavgirtina kiryarên bergiriyê li Şîrazê, şeva derbasbûyî hêzên ewlekariyê karî sebebkarê duyem ê vê cinayetê bigirin.

Xetîb bi gotina vê yekê ku ewlehî di pêşiya her tiştî da ye û bingeha hemî karûbarên welêt e, tekez kir: Tiştê ku gefê li vê ewlehiyê dixwe, ji babetên herî pêşî ye ku li hemberî wê disekinin.

Wezîrê Îtila'atê yê Îranê got: Li her derê ku mijara ewlehiyê tê hilêxistin, divê em hemî hêz û şiyana xwe ji bo xurtkirin û mayîndekirina wê bi kar bînin.

Serepeyv