Cotmeh 30, 2022 21:50 Asia/Tehran
  • Reîsî: Bûyera Şîrazê armanca dijmin ji bo çêkirina bê ewlehî û tevliheviyê di jiyana xelkê de nîşan da

Serokê Komara Islamî ya Îranê diyarkir: Bûyera diltezîn a Şîrazê, beşek ji armanca dijminan a çêkirina bê ewlehiyê û têkdana jiyana xelkê ji riya alozî, fitne û terorê xiste ber çavan.

Roja Çarşema heftiya borî (26ê Cotmehê) terorîstekî çekdar li bajarê Şîrazê derbasî nav mezargeha pîroz a Şahçirax bû û gulle berda ser ziyaretkiran û di vê êrişa terorîstî de 13 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, “Seyd Îbrahîm Reîsî” Serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna îro (Yekşemê) ya kabîneya dewletê de, şehîdbûna komek ji hevwelatiyan li bûyera terorîstî ya li mezara pîroz a Şahçirax a bajarê Şîrazê sersaxiyê da û ji amadebûna bi heybet  ya gelê Îranê di merasîma oxirkirina van şehîdan de li bajarên cuda qedirzanî kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bûyera diltezîn a li Şîrazê wek xuyabûna beşek ji armanca dijmin a ji bo pêkanîna bê ewlehiyê û têkbirina jiyana xelkê bi rêya alozî, fitne û terorê da zanîn û amaje bi zêdebûna kîn û nefreta xelkê li hember terorîstan û ajawegêran kir û got: rayedar wezîfedar in bi hemû hêza xwe ji bo parastina aramî û asayîşa welat û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re û rakirina astengiyên ku rê li ber karsazî, xwendin û jiyana rojaneye gel de digirin, bixebitin.

Reîsî peyama amadebûna xelkê li kolanên Şîraz û bajarên din ên welat, ji bilî şermezarkirina êrîşa terorîstî ya ser mezargeha pîroz a Şahçirax, bo rûbirûbûna bi rijd a li hember terorîstan û dabînkirina ewlehiya welat da zanîn.

Serepeyv