Cotmeh 30, 2022 17:52 Asia/Tehran
  • Reîsî: Zanîngeh bi hilberandina zanistê dijminên welat bê hêvî kirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Zanîngeh bi hilberandina zanistê ji bo welat hêzê dixuliqîne û dijminan bê hêvî dike û baştirîn cihê pêşkêşkirina çareserîyê zanîngeh in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokkomarê Îranê li hevdîtina tev serokên zanîngehên seranserê welêt, zanîngeh navendên zindî û dînamîk dan zanîn ku bi hilberandina zanist û bipêşxistina şiyanên zanistî ji bo welêt hêz û karînê dixuliqîne û dijminên Îranê bê hêvî dike.

Di vê hevdîtinê de beriya axaftina serokomar, hejmarek ji serokên zanîngehên seranserî welêt jî bîr û rayên xwe anîn ziman.

Reîsî siyasîbûn yek ji pêwîstiyên atmosfera zanîngehan da zanîn û got: Siyasîbûna zanîngehan tê wê wateyê ku divê zanîngeh civakê û pêdiviyên wê ji hemû beşên din zêdetir û baştir bizane û karên xwe yên pêşîn û sereke bi nizama welêt re biguncîne da ku bikare ji bo gel  xizmetê bike."

Reîsî şerê îroyîn, şerê ravekirin û salixiyan nirxand û bal kişand ser girîngiya ravekirina rast û dirust û got: dijmin ku gelek hewl daye xebatên zanistî, pîşesazî, berhemanîn û xizmetguzariyê li welêt rawestîne û peywendiyên Îranê bi welatên din re bibire, dema ku di pratîkê de dît li vî karî negihêştiye encamê, dest bi komplo û sabotekirinê kir.

Serokomar tekez kir: Bilindkirina pileya zanistî ya zanîngehên welêt girîng û ber bi çav e û berovajî xwestek û hewldanên dijminan ji bo îzolekirina welêt, peywendiyên me digel welatên cîran û welatên navçeyê ber bi berferehtirbûnê ye.

Serepeyv