Cotmeh 29, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Gihîştina termên pîroz ên şehîdên bûyera terorîstî ya Şahçirax bo Meşhedê

Cenazeyên 11 şehîdên bûyera terorîstî ya Şahçirax, piştî ku li Şîrazê hatin oxirkirin, ji bo ku li dora mezara pîroz a Îmam Riza (e.s) bên tewafkirin, gihîştin balafirgeha navdewletî ya Şehîd Haşimînejad a Meşhedê.

Roja Çarşema heftiya borî (26ê Cotmehê) terorîstekî çekdar li bajarê Şîrazê derbasî nav mezargeha pîroz a Şahçirax bû û gulle berda ser ziyaretkeran û di vê êrişa terorîstî de 13 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn.

Di merasima pêşwaziya şehîdên bûyera terorîstî ya Şahçirax û malbatên wan de, Parêzgarê Xorasanê Rezewî, Cîgirê Tuliyeta Astana Qudsa Rezewî, qaymeqam û şaredarê Meşhedê, fermandarê Supaya Îmam Riza (S), fermandeyê Biryargeha Herêma Bakurê Rojhilatê hêzên bejayî yên artêşê û komek ji berpirsên leşkerî û îdarî amade bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, merasima oxirkirina termên pîroz ên 11 şehîdên êrişa terorîstî ya ser mezargeha pîroz a Hezretî Ehmed Bin Mûsa Şahçirax (S) îro (şemî) ji meydana Îmam Huseyn (S) a bajarê Şîrazê ber bi mezargehga pîroz a Hz. Şahçirax bi amadebûna şîniyên vî bajarî hat lidarxistin.

Piştî ku merasîma oxirkirinê li Şîrazê hat lidarxistin, ev şehîd bi razîbûna hemû malbatên wan ji bo Meşheda pîroz hatin veguhestin, da ku li li dora mezara pîroz a Îmam Riza (e.s) bên tewafkirin.

Piştî oxirkirina termên wan şehîdan li Meşhedê dê wan bişînin bajarên wan û termê 6 şehîdan jî bo bajarê Şîrazê bên veguhestin û li mezara pîroz a Hezretê Şahçirax (S) bên veşartin.

Serepeyv