Cotmeh 29, 2022 16:32 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: Gel hertim bi hebûna xwe Amerîka şermezar kiriye

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Xelkê Îranê hertim bi hebûna xwe Amerîka rezîl kiriye û gelek caran îsbat kiriye ku li gor gotina Îmam Xumeynî (RE) Amerîka nikare tu xeletiyê bike.

Serleşker Husên Selamî Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî îro Şemiyê li merasîma oxirkirina şehîdên bûyera terorîstî ya li mezargeha Şahçirax (S) li Şîrazê, hevxemiya xwe ji ber şehîdbûna komek xelkê mezlûm ê Îranê li sêyem mezargeha Ehlî Beytê diyar kir û bi tundî ev cinayet û kiryara hovane şermezar kir û got: Înqilaba birûmet a Îslamî tu carî ji xirabkarî û ajawegêriya çend kesên hatine xapandin zirarê nabîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Serdar Selamî, amadebûna bi heybet a xelkê Şîrazê li merasîma oxirkirina şehîdên mezargeha Şahçirax (S) şikestineke diyarker a dijminên sondxwarî yên Îranê nirxand û got: "Amadebûna gelê agahdar û hişyar ê Îranê li meydanê weke fîşeka dawiyê li sîngê Amerîkayê, Îsraîl û dijminên din ên rezîl e.”

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdaran, bi gotina vê yekê ku komplo û ajawegêriyên vê dawiyê berhema Rêjîma Siyonîst e, tekez kir: Wan di 43 salên derbasbûyî de şikestinên mezin ji miletê me wergirtine.

Serdar Selamî diyar kir dema ku Amerîkayê li ser gelê Îranê mueyîde û ambargo ferz kirin û rê neda hinardekirin û anîna dermanan, gel li qadan bersiv da û got: Qehremanê têkoşîna li dijî terorê General Hac Qasim Silêmanî bi awayekî hovane li  Îraq hat şehîdkirin û baregeha Amerîkayê bû hedefa îrişa me, lê wan qet nekarîn bersivê bidin û dîsa hat îspatkirin ku Amerîka nikare tu xeletiyê bike.

Serdar Selamî got: Amerîkaya cinayetkar, Rejîma Siyonîst û Al Siûd, westiyayî û şikestî, bandor û hêza siyasî û manewî ya Îrana hêja li welatên dûr dîtin û pê hesiyan ku nikarin bi ser gelê Îranê bikevin û piştî şikestinên li pey hev, hatin ser vê yekê ku  zirarê bidin ciwanên welêt.

Serepeyv