Cotmeh 29, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îran û Tirkiye gelek qadên berfirehkirina peywendiyan hene

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyama pîrozbahiyê ya hilketina Cejna Netewî ya Komara Tirkiyê de ji serokomarê vî welatî re bal kişande ser vê yekê ku Îran û Tirkiyê ji bo pêşxistina têkeliyên giştalî qadên zav hene.

29 Cotmehê hevdem e bi ragihandina Komara Tirkiyê di sala 1923 û wek Roja Netewî ya Komara Tirkiyê hatiye binavkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di peyama ku ji bo hilketina Cejna Neteweyî ya Komara Tirkiyê de daye, ev roj li Serokomarê vî welatî Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir û di dewamê de diyar kir: Komara Îslamî ya Îran û Tirkiyê wek du welatên serbixwe yên dijberê yekalîbûnê û xwediyê peywendiyên kevnar ên cîrantiyê, ji bo pêşvebirina peywendiyên xwe yên giştalî gelek mijar û qad hene.

Li gorî rapora IRNA`yê, Reîsî di vê peyamê de destnîşan kir: Îradeya ciddî ya du welatan ji bo cîbicîkirina tam a plana berfireh a hevkariyên demdirêj, perspektîfek zelal ji bo xurtkirina peywendiyan û bicihanîna armanc û berjewendiyên hevpar ên du welatan organîze kirine.

Serepeyv