Cotmeh 29, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Li Şîrazê merasîma oxirkirina şehîdên êrîşa terorîstî ya li ser mezara Şahçirax (S) dest pê kir.

Bi amadebûna bi coş a xelkê Şîrazê û deverên din ên parêzgeha Farsê, merasima oxirkirina şehîdên êrîşa terorîstî ya li ser mezara Şahçirax (S) dest pê kir.

Roja Çarşema heftiya borî (26ê cotmehê) terorîstekî çekdar derbasî nav mezargeha pîroz a Şahçirax bû û gulle berda ser ziyaretkeran û di vê êrişa terorîstî de 13 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn.

Xelkê şehîdperwer ê parêzgeha Farsê îro Şemiyê ji meydana Îmam Husên (S) a bajarê Şîrazê merasîma oxirkirina şehîdên êrişa terorîstî ya li ser mezara Şahçirax (S) dest pê kir.

Li gorî rapora ISNA`yê, ev merasim bi amadebûna parêzgar, nûnerê Weliyê Feqîh li parêzgehê, berpirsên dadwerî û fermandarên pilebilind ên leşkerî yên Sipahê Pasdaran, artêş û polîs û berpirs û rêveberên din ên parêzgeha Fars û bajarê Şîrazê tê lidarxistin.

Li gor ragihandina Ofîsa Mezargeha Ehmedî û Mihemedî û hevdem digel nimêja mexrîb û îşayê, îro merasima bîranîna şehîdên vê bûyera terorîstî ji aliyê Nivîsîngeha Rêberê Giranqedir ê Inqilaba Îslamî ve li mezara pîroz a Hz. Şahçirax (S) tê lidarxistin.

Merasîma definkirina şehîdên bajarê Şîrazê jî dê sibê (Yekşem) li mezara pîroz a Şahçirax (S) were lidarxistin û şehîdên bajar û parêzgehên din jî bo bajarên wan dê bên veguhestin.

Serepeyv