Cotmeh 27, 2022 22:44 Asia/Tehran
  • Reîsî: Sûcdar û plansazên tawanên Şahçiraxê dê rastî bersiveke îbretbar bên

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyama hevxemiya xwe ya ji bo şehîdbûn û birîndarbûna komek ji ziyaretkirên mezargeha pîroz a Hezretî Ehmed Bin Mûsa (S) de nivîsî: Dezgehên ewlehî û îstixbaratê bi naskirina serkêş û piştgirên vê cinayeta kor, dê bersiveke poşmanker û îbretker bide wan.

Kiriyara terorîstî ya DAIŞê roja Çarşemê di êrîşeke çekdarî de ser mezargeha pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa (S) ya Şahçiraxê, li bajarê Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê,  15 kes şehîd kirin ku di nav wan de 2 zarok bûn û 30 ziyaretker jî birîndar kirin.

Ev kiryara terorîstî ku DAIŞê berpirsatiya wê girtiye ser xwe, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û welatên curbicur ên cîhanê ve hat şermezarkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, ayetulah seyd Îbrahîm Reîsî li peyamekê bi dayîna sersaxiyê ji bo malbatên ziyaretkirên şehîd ên mezargeha pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa û xwestina silametiyê ji birîndarên vê bûyerê re, nivîsî: Banga mezlûmbûn û deshilatdariya neteweya Îranê, vê carê li mezara pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa hat bihîstin û cinayeteke din li lîsteya reşa a tawanên dijminên Înqilaba Îslamî ya Îranê hat zêdekirin.

Serokomarê Îranê di berdewamiya peyama xwe de ji ber şehîdbûn û birîndarbûna komek ji ziyaretkerên mezargeha pîroz a Hezretî Ehmed Bin Mûsa (silava Xwedê li ser bin) di vê êrîşa terorîstî de hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên wan kes û karên wan û hemû gelê Îranê kir. .

Reîsî destnîşan kir: Ezmûn nîşan dide ku dijminên Îranê tola bêhêvîtî û tîrên xwe yên li keviran ketî di warê çêkirina dubendiyê di nav rêzên yekgirtî yên neteweya Îranê de û girtina pêşiya pêşketina welêt bi tundî û terorê digirin.

Serokomarê Îranê tekez kir: Ev şerûtî û xirabî bêguman bê bersiv namîne û dezgehên ewlekarî û cîbecîkirina qanûnê jî bi nasandina piştgirên van terorîstan û sebebkarên vê tawana kor, dê bersiveke poşmanker û îbretker bidin serkirde û dîzaynerên wê.

Serepeyv