Cotmeh 27, 2022 20:44 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya serokên dezgehên qanûndanîn û dadwerî yên Îranê piştî bûyera terorîstî ya li mezargeha Şahçiraxê

Serokên dezgehên qanûndanên û dadweriyê yên Îranê bi şermezarkirina cinayeta terorîstî ya mezargeha Hezretê Ehmed Bin Mûsa (Şehçirax) li Şîrazê li parêzgeha Farsê (başûrê Îranê) ragihandin ku berpirsên vê cinayet û tawanê dê bên cezakirin.

Kiriyara terorîstî ya DAIŞê roja Çarşemê di êrîşeke çekdarî de ser mezargeha pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa (S) ya Şahçiraxê, li bajarê Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê,  15 kes şehîd kirin ku di nav wan de 2 zarok bûn û 30 ziyaretker jî birîndar kirin.

Ev kiryara terorîstî ku DAIŞê berpirsatiya wê girtiye ser xwe, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û welatên curbicur ên cîhanê ve hat şermezarkirin.

Li gor IRNAyê, Muhemed Baqir Qalîbaf serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê xemgînî û dilgiraniya xwe ji bûyera terorîstî ya li mezara Ehmedê Bin Mûsa (S) ku bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek zêde ji ziyaretkir û hevwelatiyan nîşan da û nivîsî: Di van rojên dawî de ku şerê Ehzab (partiyan) û her alî yê dijminan tîne bîra mirov, ew bi hemû hêz û şiyana xwe nekarîn bigihêjin armancên xwe yên xerab; lê vê carê jî bi kiryareke bi şêwaza terorîstên tekfîrî û bi gulleberdana ber bi xelkê mezlûm, bê berevan û oldaran ew bi xwelî û xwînê werdan û nîşan dan ku bingeha kîn û dijminatiya wan bi ola gelan e.

Serokê meclisa şêwra islamî bal kişande ser vê yekê ku ev karesata dilgiran dawîya minaqeşeyê ye li gel hemû kesên ku di hefteyên borî de bi çêkirina alozîyan zemînek ji bo komployên dijminan ava kirin û got: Pêwîst e dezgehên ewlekarî û sepandina qanûnê bi cidî sebebkarên vê cinayetê bişopînin û wan bigihînin cezayê.

Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê Xulamhusên Muhsinî Êjeyî jî di peyamekê de hevxemiya xwe ji ber şehîdbûna komek ji ziyaretkirên mezargeha Hezretî Ehmed Bin Mûsa (silavên Xwedê lê bin) bi destê terorîstan li bajarê Şîrazê nîşan da û got: Kîn û dijminatiya dijminên rûreş ên neteweya şoreşger û hişyar a Îrana islamî li halekê ye ku di riya bicîanîna komployên xwe ji bo jinavbirina ewlehiya welêt, vê carê jî ziyaretkirên mezargeha Ehmed Bin Mûsa (S) kirin armanca êrişên xwe.

Muhsinî Êjeyî tekez kir: Dezgehên îstixbaratî, ewlekarî û sepandina yasayê divê bi lez û bez hemû encamder û sebebkarên vê tawanê bişopînin û wan radestî dezgeha dadweriya welêt bikin.

Serepeyv