Cotmeh 27, 2022 16:45 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina berfire ya êrişa têrorîstî ya ser mezargeha Şahçirax li Şîrazê

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da êrişa têrorîsît ya li ser mezargeha Şahçiraxê bi tundî şermezar kir û xwe şirîkê xema gel û dewleta Îranê zanî.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da êrişa têrorîsît ya li ser mezargeha Şahçiraxê bi tundî şermezar kir û ragihand ku bi xemeke kûr me bihîst ku hejmareke zêde ya gel di encama êrişa têrorîstî ya ser mezargeha Şahçirax li Şîraza Îranê da canê xwe ji dest dane.

Em ji bo gorîyan rehmeta ilahî dixwezin û sersaxîyê didin gel û dewleta dost û bira Îranê û ji birîndaran ra jî şifaya lezgîn ji Xwedê dixwazin.

Berî vîya NY û welatên weke Çîn, Sûrîye, Azerbaycan, Ermenistan, Sûrîye, Umman û Pakistanê jî ev bûyera têrorîsîtî şermezar kirin.

Li Iraqê jî Qêys Xezelî Sersekreterê Tevgera Esaib Ehlê Heqê tevî şermezarkirina cinayeta têrorîstî ya li mezargeha Şahçirax, xwest ku himberî handêrîya dijî peyrevên ehli beytê (S) bê sekinîn.

Qêys Xezelî li rûepla twîterê di peyameke bi du zimanên erebî û farisî da nivîsî: Piştî ku têrorîstan û hogirên wan nekarîn xeyalên xwe yên pûç ên serdestbûna li welat û gelên me pêk bînin, bê gunehan dikin armanc.

Civata Bilind a Islamî ya Iraqê û Hevalbendîya Hêzên Dewleta Netewî ya Iraqê jî cinayeta koma têrorîst a DAIŞê li mezargeha Şahçirax şermezar kirin.

Di daxûyanîya Serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê da wek berteka himberî êrişa têrorîstî ya li Şîrazê wiha hatîye: Em êrişa duh ser mezargeha Şahçirax li Şîrazê bi tundî şermezar dikin û pêgirîyê dikin ku her kesê dilê xwe bi komên têrorîst xweş kiribe, yê xwe jî bikeve ber êrişên van komana û şerûtîya wan komana yê pêsîra wan jî bigire.

Serepeyv