Cotmeh 27, 2022 16:35 Asia/Tehran
  • Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî hevrê û hogirên operasyona têrorîstî ya li Şîrazê hişyar kirin

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got ku cinayeta hovane ya êrişa ser mezargeha hezretê Ehmed Bin Mûsa (Şahçirax) li Şîrazê nîşan da ku dijminên rûmet, iqtidar û pêşketina Îrana islamî ji bo armanc û arizûyên şeytanî yên xwe cinayeta ku ji destê wan tê, dikin.

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî Serdar Selamî bi dû êrişa têrorîstî ya ser mezargeha Şahçirax (S) li Şîrazê tevî ku sersaxî da malbatên gorîyên vê bûyerê, got: Vê cinayeta hovane nîşan da ku dijminên rûmet, iqtidar û pêşketina Îrana islamî ji bo armanc û arizûyên şeytanî yên xwe cinayeta ku ji destê wan tê, dikin û hazir in mêr, jin û zarokên bê berevan heta di dema nimêjkirinê da li mezargeha ehli beyta pêxemberê islamê (S) bikujin.

Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî herwiha ev cinayeta hovane û rezîl bi tundî şermezar kir û ber bi hogir û hevrêyên li pişt perdeya vê cinayetê ragihand: Agirê hêrs û tolhildana gelê agah û hişyar û hertim li meydanê yê Îranê ku komploya ajawegêrîyên vê dawîyê dijmin xistine ser rêya jinavçûnê û bereya dijmin û şeytîn bêhêvî û poşman kirîye, yê di dawîyê da pêsîra wan bigire û wan ji ber karên kirêt û rezîl ceza bike.

Serepeyv