Peyama rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî derbara bûyera têrorîstî ya li Şîrazê da
Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê bi dû bûyera têrorîstî ya li mezargeha hezretê Ehmed Bin Mûsa li Şîrazê, di peyamekê da pêgirî kir: Birîn û kulla ezîzan û herwiha bêrêzîya li ehli beytê (S) yê tenê wê demê bicebire û bikewe ku serekanî û sebebkarên wê karesatê bên naskirinê û pêngaveke teqil û maqûl derbara vê yekê da bê rakirin.
Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê di dewama peyama xwe da got: Cinayeta dilreqane ya li mezargeha hezretê Ehmed Bin Mûsa (S) ku di encamê da bi dehan jin, mêr û zarokên bê guneh hatin şehîdkirin û birîndarkirinê, bû sedema xembarî û dilbirînbûnê. Bê guman sebebkar an sebebkarên vê cinayeta xembar dê bên cezakirin lê Birîn û kulla ezîzan û herwiha bêrêzîya li ehli beytê (S) yê tenê wê demê bicebire û bikewe ku serekanî û sebebkarên wê karesatê bên naskirinê û pêngaveke teqil û maqûl derbara vê yekê da bê rakirin.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di dewamê da got: Himberî hevdest û kirêgirtîyên xayîn an nezan û xafil ên dijminê ku ev agira vêxist, me gişka erkek heye, ji sazî û dezgehên berevanîyê asayişê û Dezgeha Dadwerîyê bigire heta çalakên ware fikir û teblîxê û yek bi yekê welatîyên xweşdivî divê himberî bereya ku rêzê li can û ewlehîya gel û nirxên pîroz ên wî gelî nagire, yekgirtî û yekdeng bin. Gelê xweşdivî û dezgehên têkildar bê guman dê himberî komploya qirêj a dijminan ser kevin. Bi hezkirina Xwedê.
Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê di dawîya vê peyamê da got: Ez sersaxîyê didim malbatên tazîdar ên vê bûyerê û gelê Şîrazê û hemî gelê Îranê û ji bo birîndaran jî ji Xwedê teala şifaya lezgîn dixwazim.