Cotmeh 26, 2022 20:41 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên êrîşa terorîstî ya li ser mezara pîroz a Şahçeraxê gihêşt 15 kesan

Rayedarên parêzgeha Farsê şehîdbûna 15 kesan di encama êrîşa terorîstî ya li ser mezargeha pîroz a Şahçerax a bajarê Şîrazê pişt rastkirin.

Îro Çarşemê 3 kesên çekdar bi gulleyên ji derve êrîş birin ser mezargeha pîroz a Şahçerax (S).

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, 2 terorîst hatin desteserkirin û hewla girtina kesê sêyem jî berdewam e û heta niha di vê êrişa terorîstî de 15 kes şehîd û 10 kes jî birîndar bûne.

Di vê êrîşa terorîstî de jinek û 2 zarok jî şehîd bûn.

Li gor gotina şahidan, ew terorîst bi otombîleke Peugeot çûye mezargeha Şahçerax û ji deriyê “9 Dey” derbasî hundir bûne û xizmetkar û ziyaretkerîn ku li wê derê bûne dane ber gullan.

Hêzên polîs di heman demê de 2 terorîst girtin û yek ji wan terorîstan jî reviya.

Terorîstên ku îro êrîşî mezara pîroz a Ehmed Bin Mûsa (S) a li Şahçeraxa Şîrazê kirin, xwediyê neteweya Îranî nînin.

Li gorî rêû resmeke kevn, gelek ji xelkê Şîrazê şeva pêncşemê ji bo ziyaretê diçin herema Şahçerax.

Serepeyv