Cotmeh 24, 2022 16:45 Asia/Tehran
  • Kenanî: Daxwazên Îranê di mijara gotûbêjan da qanûnî, ron û beraqil in

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir, Daxwazên Îranê di mijara rakirina boykotan da qanûnî, ron û beraqil in.

 

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna xwe ya hefteyî da derbarê berteka Îranê li hemberî piştevaniya Amerîkayê ya aşkira ji ajawegêran li Îranê û îdiaya wêdadayîna gotûbêjên navokî, got: Tevgera amerîkiyan gelekî bi durûtî ye, hem durûtiyê dikin û hem bi fermî derew dibêjin; wan bi caran û bi rêyên cûr bi cûr peyam dane û qala amadetiya xwe ji bo vegeriyana bo lihevkirinê kirine û hin gotûbêjan jî di vî warî da pêk
tînin.

Kenanî her wiha got: Bersiva Îranê di vî warî da ron e û nêrîn û daxwazên Komara Îslamî tam qanûnî, ron û beraqil in.

Wî her wiha got: Amerîkî dibêjin ku îmkana vegeriyana bo Lihevkirinê tuneye an gotûbêj hatiye rawestandin an jî bernameyeke wan tune, lê peyaman dişînin û tekeziyê li ser amadetiya xwe ji bo domandina lihevkirinê bi rêya navciyan dikin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê kiryara Amerîkayê ya piştevaniya rasterast ji ajawegêriyên li nav Îranê wek dubarekirina siyasetekê zanî ku wan bi salan derhe Komara Îslamî ya Îranê pêk aniye.
 

Serepeyv