Cotmeh 22, 2022 15:28 Asia/Tehran
  • Bi beşdariya edmîral Îranê; Navenda Navneteweyî ya Kontrolkirina Ewlehiya Deryayî hat vekirin

Navenda navneteweyî ya Kontrolkirina Ewlehiya Deryayî ya Bakûrê Oqyanûsa Hindê li Navçeya Sêyem a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Navenda navneteweyî ya Kontrolkirina Ewlehiya Deryayî ya Bakûrê Oqyanûsa Hindê li Navçeya Sêyem a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê (Konareka parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê) bi beşdariya emîr edmîral Şehram Îranî, Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, fermandar û nûnerên welatên endamê IONS'ê û berpirsên leşkerî yên li Îranê hat vekirin.

Emîr edmîral Şehram Îranî Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Hêza deryayî ya Artêşa Îranê bo duyemîn dewreya lipeyhev berpirsyariya Komxebata Ewlehiyê ya IONS'ê girtiye ustiyê xwe û dê hemî hewildana xwe ji bo xurtkirina vê sempoziyoma girîng a navçeyî bi kar bîne, got: Derfeta destragihîştina bo deryayê û behrewergirtina ji vê nêmeta mezin îmkana pêşketinê di berûlayên cûr bi cûr da ji bo hemiyan dabîn kiriye û bikaranîna durist a vê nêmeta Xwedê hewcedara ewlehî, pisportî û helbet beşdarî û hevkariyê ye.

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ti welatek bi tenê nikare ewlehiya di vê kewşena avî ya berfireh da dabîn bike û di serdema zanyariyan da hewcetî bi hebûna hin navendan ji bo berhevkirin, destebendî, diyarkirina yekemayetiyê û helbet parvekirina zanyariyan pêwîstiyeke bêveger e. Loma Hêza deryayî ya Artêşa Îranê biryar da ku bi hevkarî û beşdariya hemî organên leşkerî û ne-leşkerî yên têkildarî deryayê û ewlehiya wê, vê navenda girîng damezirîne.

 

Serepeyv