Cotmeh 22, 2022 11:47 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li Yêrîvanê bi Paşîniyan ra civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê bi serokwezîrê Ermenistanê ra civiya.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê ku li Yêrîvanê ye di dewama şêwirînên xwe yên dîplomatîk digel rayedarên ermenî da, vê sibê digel Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê civiya.

Wezîrê karên derve yê Îranê beriya hevdîtina digel Paşîniyan, bi Alên Sîmoniyan serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenistanê ra jî hevdîtin pêk anî.

Emîr-Ebdullahiyan roja Pêncşemiyê di serokê desteyeke siyasî ya payebilind da gihîşte Yêrîvanê û ji aliyê Menatsakan alîkarê wezîrê derve yê Ermenistanê va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê derve yê Îranê di serdana xwe ya sêrojî bo Ermenistanê da digel Ararat Mîrzoriyan wezîrê derve yê vî welatî civiya û derbarê mijarên herî girîng ên dualî û navneteweyî pê ra şêwirî.

Ew roja Înê beşdarî rêûrisma vekirina yekemîn konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Qapanê yê Ermenistanê bû.

 

Serepeyv