Cotmeh 21, 2022 16:43 Asia/Tehran
  • Kenanî: Boykotkirina medyayên Îranê nîşana valabûna dirûşmeya welatên rojavayî derheq azadiya raderbirrînê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî boykotên Kanadayê yê nû li dijî hejmareke medyayên Îranê, got: Boykotkirina medya û nivîskarên Îranê nîşana pûçbûna dirûşmeyên welatên rojavayî derheq destragihîştina azad bo zanyariyan û azadiya raderbirrînê ye.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Înê li ser rûpela xwe ya torên civakî wek berteka li hemberî boykotên Kanadayê yên nû li dijî hejmareke medyayên Îranê, nivîsî: Dînitiya boykotê ya dewleta Amerîkayê bûye vîrûsek û bilez vediguhêze dostên wê; boykotkirina Ajansa Tasnim Newsê, Rojnameya Keyhanê, Noor News, Fars News, Sernivîskarê Rojnameya Keyhanê, Serokên Rêxistinên Radyo û Televîziyonê yên niha û berê û nûçegihanekî vê rêxistinê, lîsteya herî nû ya boykotkirî ya dewleta Kanadayê li dijî Îran û îraniyan e."

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi ragihandina vê yekêku bi nêrîna dewleta Kanadayê û hevpeymanên wê yên rojavayî û dijî Îranê, gelê Îranê ji bilî boykotên aborî, mafê xwe yê derbirrîna nêrînê jî tuneye, tekez kir: Boykotkriina medya û nivîskarên Îranê, binpêkirina beşeke mafê bingehîn ê gelê Îranê  ji bo gihandina deng û nêrîna xwe bo cîhanê û nîşana pûçbûna dirûşmeya welatên rojavayî derbarê destragihîştina azad bo zanyariyan û azadiya raderbirrînê ye. Helbet bikaranîna zor û boykotê ji bo ku dengê yên din neyê bihîstin, ji aliyê welatekî ku îdiayên wê yên mafên mirovan, cîhan kerr kiriye tiştekî ecêb nîne; Kanada fêr bûye ku tevgerên cihêkarane pêk bîne. Gorên komkî yên zarokên xwecihî li vî welatî belgeya vê yekê ye û niha jî berê xwe daye "Cihêkariya Medyayî" (Apartayda Medyayî). Boykot bûye zimanê Amerîka û hevpeymanên wê yê navneteweyî.

 

Serepeyv