Cotmeh 19, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • Li başûrê rojhilatê Îranê bandeke qaçaxa çekan hat îmhakirin

Fermandeyê polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) ragihand ku di nava 2 hefteyên dawî de 13 bandên qaçaxa çek û cebilxanan li bajarên Zahidan, Zabul û Xaşê bi operasyonên îstixbaratê hatine rûxandin.

Li gor nûçeya ajansa Iran Press; Serdar Ehmed Tahirî, fermandeyê polîsên Sîstan û Belûçistanê îro çarşemê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku, 27 kes hatine desteserkirin û 117 çekên weke kelaşnîkof û koltên kemberê jî hatine desteserkirin.

Fermandeyê polîsê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê amaje bi vê yekê kir, ku van kesan dixebitîn çekên şer bişînin parêzgehên naverasta Îranê û li wir belav bikin.

Serdar Tahirî her wiha rewşa parêzgeha Sîstan û Belûçistanê piştî bûyer û aloziyên vê dawiyê aram wesif kir û kiryarên serok eşîre û alim û zanayên şîe û sunne di pêkanîna aramiy de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bilind nirxand.

Serepeyv