Cotmeh 19, 2022 13:34 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Zanîngeh rê li serdestiya dijminan digire

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî zanîngeh yek ji astengên herî mezin li hemberî serdestiya îstikbarê da zanîn û got: Zanîngeh pêşî li serdestiya dijminan digire.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya nivîsgeha parastin û belavkirina berhemên Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li hevdîtina tev komek ji bijare û şarezayên bilind ên zanistî yên Îranê, destnîşan kir ku zanîngeh yek ji berbendên herî mezin li hemberî serdestiya îstikkbarê û hêzxuran li ser cîhanê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî herwiha got : Ewê rojekê bi çek, rojekê bi xapandinê û rojekê jî bi zanîn û zanistê serdest bibin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî diyar kir ku zanîngeh pêşî li serdestiyê digire û destnîşan kir ku heke hûn karibin asta zanistê li welêt bilind bikin, we li hemberî serdestiya dijminan astengek mezin çêkiriye.

Hezretê ayetulah Xamineyî zanîngeh stûneke girîng a pêşkeftina welat da zanîn û got: Her ku bikarin zanîngehê rawestînin, bigrin, wêran bikin û netemam bikin, ji bo dijminên Îranê û neyarên pêşkeftina welat derfetek tê hesab.

Rêberê giranqedir ê inqilaba Îranê li axavtina xwe ji bo şareza û bijareyên welêt bal kişande ser vê yekê ku hebûna we afirînerê hêviyê ye û li her cihê ku hûn lê bin, hêviyê diafirîne.

Ev nûçe dê were nûkirin.

Serepeyv