Cotmeh 18, 2022 15:34 Asia/Tehran
  • Serdar Pakpûr: Du rojên bê dê asta herî bilind a Tetbîqata Îqtidara Hêza Bejahiyê ya Sipahê be

Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku du rojên bê dê lûtkeya operasiyonê ya Tetbîqata Îqtidara Hêza Bejahiyê ya Sipahê be, got: Roja Çarşemiyê yekîneyên zirêhî, hêza taybet, helîkopter û xwefirrên şêrr dê bikevin tevgerê.

Li gorî rapora Fars Newsê, serdarê sertîp Muhemed Pakpûr, Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî derbarê qonaxên roja duyem a Tetbîqata Îqtidara Hêza Bejahiyê ya Sipahê li navçeya gelemperî ya Arazê, li parêzgehên Erdebîl û Azerbaycana Rojhilat ên bakûrê rojavayê Îranê, her wiha got: Bernameya stûnkişandin (meşa refên hêz û alavên leşkerî bi awayê lidûhev û di rêyekê da) û bicihkirina hêzan li navçeya tetbîqata leşkerî dest pê kiriye.

Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Stûnkişandin ji qonaxên herî dijwar ên tetbîqata leşkerî ye, ji ber ku alavên şêrr divê bi pergaleke taybet ji rêyan derbas bibin ku hin taybetmendiyên vî karî hene û dê heta berêvara îro were domandin.

Li gorî gotina serdarê sertîp Muhemed Pakpûr Fermandarê Hêza Bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, operasiyona helîborna paraşûtvanan, operasiyona êrîşa di şevê da, operasiyona şerê helîkopteran, operasiyona xwefirrên şêrr û yên întiharî, her wiha avakirina pirê li ser Çemê Arazê, girtin û kontrolkirina rê û bilindahîyan û operasiyona kavilkirinê ji beşên vê tetbîqata leşkerî ne.

 

Serepeyv