Cotmeh 17, 2022 12:27 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Em ê bersiva tevgerên destwerdanê yên Ewropayê bidin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî rexneya ji helwêstên ducûre yên welatên rojavayî derheq alozî û ajawegêriyên li Ewropa û Îranê, got: Îranê dê bersiva tevgerên destwerdanê yên Ewropayê bidin.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê di press konferansa xwe da wek bersiva pirsekê derbarê şêwaz û rêbaza ducûre ya rayedarên fransî derhe alûgorên navxweyî yên Îranê û nerazîtiyên navxweyî li Fransayê got: Bi nêrîna rayedarên Parîsê eger ajawegêrî li Îranê pêk bên baş e û nabe ku li hemberê wê bê sekinîn, lê eger ajawegêrî li Ewropayê pêk were, ne baş e û divê li dijî wê rawestin.

Kenanî got: Pêştir li Ewropayê terorîsm li ser ya baş û xerab dihat dabeşkirin û di rewşa nû da jî dabeşkirineke nû di gotin û tevgeriyana siyasî ya welatên rojavayî tê dîtin û ew jî Aloziya Baş û Nebaş e.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Pirraniya welatên ku di bereya pêşîn a êrîşa li ser Îranê di mijara mafên mirov da ne, gelek cinayet li dijî gelê Îranê, di nav da sepandina boykotan, pêk anîne.

Wî her wiha got: Wan ji bilî sepandina boykotan, heta boykotên dermanî, mazûvaniya komên terorîstî kiriye ku di lîsteya wan a komên terorîst da jî hene.


 

Serepeyv