Cotmeh 16, 2022 22:37 Asia/Tehran
  • Reîsî: Gotinên Biden careke din derewa îdiaya piştgirîkirina mafên mirovan û aştiyê îspat kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî fesadiya vê dawiyê ya Amerîkayê da û got: Gotinên serokomarê Amerîkayê bo piştevaniya ji alozî, teror û bêewlehiyê li Îranê careke din derewbûna îdiaya piştevaniya ji mafên mirovan û ewlekarî û aştiyê îsbat kir.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li civîna îro (Yekşem) ya Desteya Wezîran, bal kişande ser wê yekê ku rol û fesadiya Amerîkayê di çespandina piraniya sabotaj, kuştin û aloziyên navçê de tê dîtin. 70 sal piştgirî ji sûcên Rejîma Siyonîst li Filistînê û her wiha du deh salên destdirêjî û şerr kirina Amerîkayê li Efxanistanê, mînakên kiryarên Şeytanê Mezin in.

Reîsî destnîşan kir ku Amerîkiyan ji her tevgereke baş, nûjen û afirîner a gelê Îranê aciz in û ji kêmasî û pirsgirêkan û her wiha bêewlehiyê dilşad û keyfxweş in û got: Miletê zane yê Îranê dijmin û fêlbaziyên wî baş nas dike û vê carê ew ê wî têk bibin û ew negihîje armanca xwe û miletê Îranê bi hêz û bi rûmet riya mezinbûn û pêşveçûnê didomîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, afirandina hêviyê di nav civakê de bi gotinên qanîker, berevanî û yekalîker, erk û wezîfeya girîng û sereke ya endamên hikûmetê bi nav kir û got: Dijmin li ser bûyerên vê dawîyê hewl dide dilsarî û bêhêvîbûnê derxîne. Divê dewlet tedbîrên bibandor bigire ji bo pêşdebirina karûbaran û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, li hember vê komploya dijmin rawesta.

Serepeyv