Cotmeh 16, 2022 12:30 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Rêvebiriya serhildanên vê dawiyê di destê Amerîkayê de ye

Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê amaje bi aloziyên vê dawiyê yên li Îranê kir û got: Birêvebirina van aloziyan di destê Amerîkayê de ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Serleşker Husên Selamî, fermandarê sipahê pasdarên inqilaba Îslamî, ragihand ku welatên rojava piştî serketina Înqilaba Îslamî heya vê demê, ji aliyê pergala Komara Îslamî ya Îranê ve tûşî şikestinên mezin bûye û hatiye riswakirin, loma niha lê digere heyfê bistîne.

Serleşker Selamî bal kişand ser vê yekê ku dijminên Îranê di bûyerên vê dawiyê de qadeke nû ji bo êrişên xwe dijî Komara Îslamî dîtine û birêvebirina aloziyên vê dawiyê di destê Amerîkayê de ye.

Fermandeyê Giştî yê Sipahê Pasdaran diyar kir ku armanca dijminan nifşê ciwan û bi taybetî xwendevan û xwendekar in û got: dijminan gelek taktîk ji bo lawazkirina pergala Komara Îslamî pêk anîne û ya dawî jî xapandina ciwanan e. ku ev plana wan jî dê têk biçe.

Serepeyv