Cotmeh 16, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Temirandina agirê li zîndana Êvîna Tehranê

Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê ragihand ku şewata li atolyeya terzîtiyê ya Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatiye vemirandin.

Li gorî navenda ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê,  êvariya roja şemiyê agir bi girtîgeha Êvînê li dû nakokiya di navbera hejmarek girtiyên bi tawana darayî û diziyê li kargeheke karsaziya girtîgehê de derketiye.

Li gorî vê raporê, yekser piştî şer û pevçûn û şewata li atolyeya dirûtinê ya beşa girtiyên cezayên darayî û diziyê, rêziknameyên girtîgehê ji bo kontrolkirina şer û pevçûnê ketine meriyetê û navenda agirkujiyê ya li girtîgehê demildest dest bi vemirandina agir kir û agir hate vemirandin.

Li gor nûçeya ajansa IRIb Newsê, hêzên polîs ji bo vegerandina aramiyê li Êvînê alîkariya rêkxistinên girtîgehê kirine.

Pevçûna di navbera girtiyan de jî hatiye kontrolkirin û hemû girtî di rewşa tenduristiyê de ne.

Serepeyv