Cotmeh 15, 2022 20:27 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îranê ti çek û sîlahek nedane aliyên beşdar di şerê Ukraynayê de

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî ya digel wezîrê karên derve yê Portekîzê teqez kir: Komara Îslamî ya Îranê tu çekek û sîlahek ku di şerê Ukraynayê de were bikaranîn nedaye ti aliyekî.

Li gor IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Joao Gomes Cravinho wezîrê karên derve yê Portekîzê di peywendiya xwe ya telefonî de bal kişandin ser  zêdetirî pênc sedsalan têkiliyên baş di navbera her du welatan de û tekezî li ser berfirehkirina van peywendiyan heta ku ji destê wan tê kirin.

Emîr-Ebdullahiyan derbarê Ukraynayê de jî got: Biçekirina her aliyekî kirîzê dê şer dirêj bike, lewra me şer ne li Ukrayna, ne li Efxanistan, ne jî li Sûriyê û Yemenê, riyeke rast nedîtiye û nabînin.

Di vê pêwendiya telefonî de, wezîrê karên derve yê Îranê gotûbêjên li New Yorkê û gotûbêjên avaker di navbera Muhemed Islamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Rafael Grossî, rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, şirove kirin û li ser pêwîstiya girtina tawanbarkirinên ajansê li dijî Îranê Di vê pêwendiya telefonî de, wezîrê karên derve yê Îranê gotûbêjên li New Yorkê û gotûbêjên avaker di navbera Muhemed Islamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Rafael Grossî, rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, şirove kirin û li ser pêwîstiya girtina tawanên ajansê li dijî Îranê tekez kir.

Emîr-Ebdullahiyan amaje bi wê yekê jî kir: Em welatekî ne ku li rojava û rojhilat rûbirûyê grûpên terorîstî yên wek El-Qaîde, Ceyş el-Adl û DAIŞê bûne û di hefteyên borî de me dît ku çek ji sînorên rojava û rojhilat derbasî welatê me kirine.

Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi vê yekê jî kir ku, hin welat di daxûyaniyên xwe yên destwerdanê de, ajawegêrî û kiryarên terorîstî wek xwenîşandan dihesibînin û di piraktîkê de ajawegêr û terorîstan tehrîk dikin û hetta mijara derxistina biryarnameyekê an sizayan di civîna dahatû ya Konseya Wezîrên Yekitiya Ewropayê ji xwe re kirine kar ku eger karekî wiha pêk were, Komara Îslamî ya Îranê dê tedbîrên pêwîst ji bo bersivê bigire.

Wezîrê karên derve yê Portekîzê di vê hevdîtinê de tevî balkişandina li ser dîroka dirêj a peywendiyên baş di navbera her du welatan de, pêşwaziya helwest û kiryarên Komara Islamî ya Îranê li dewama muzakireyên navokî û bi taybetî ji têkeliyên berfirehtir digel Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê kir.

“Kravinio” daxwaza berdewamiya hevkariyên Îranê ji bo kêmkirina kirîza Ukraynayê kir û hevxemiya xwe bi malbatên hemû qurbaniyên bûyerên vê dawiyê, ji hêzên Întizamî û ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê re ragihand.

Serepeyv