Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Xelet dike kesê ku heta jêkirina dara stûr a Komara Îslamî bisêwirîne
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku pergala Komara Îslamî li hemberî hêzxurtan teslîm nebû û li ber xwe da, tekez kir: Pergala Komara Îslamî aniha bûye dareke stûr ku heta sêwirandina "Jêkirin"a wê jî ne pêkan e.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî hevdem digel 17ê meha Rebî' Ul-Ewelê, salvegera jidayîkbûna Pêxemberê Îslamî (S) û Îmam Sadiq (S), di hevdîtina digel komeke berpirsên welêt û mêvanên derveyî yên beşdar di Konferansa Yekîtiya Îslamî da, bi hilêxistina vê pirsê ku "Gelo hevdengî û yekrêziya misilmanan û hebûna cîgeha bilind di cîhana ku tê guhertin da pêkan e?", got: Erê, yekîtiya di navbera miletên îslamî da pêkan e, lê hewcedara hewildan û kiryar û berxwedana li hemberî zext û dijwariyan e.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku di vî warî da hêviya herî zêde li kesayetiyên taybet ên Cîhana Îslamê û xortên rewşenbîn û rola wan di birêvebirina raya giştî ye, got: Mînakek ji îmkana pêkhatina bandordanînê, Komara Îslamî ya Îranê ye ku nemameke biçûk bi rênîşandanên Îmam Xumeynî (RE) di hemberî du hêzxurtên wê demê rawestiya û ew nemam aniha bûye dareke stûr ku her kesê ku heta jêkirina wê jî bisêwirîne, xeletîyê dike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Me li ber xwe da û pêş da çûn, helbet berxwedan jî wekî her karekî din bi hin dijwariyan e, lê kesên ku teslîm dibin jî tûşî dijwariyan dibin, bi vê ciyawaziyê ku berxwedan dibe sebeba pêşketinê û teslîmbûn paşveçûnê pêk tîne.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî asayîkirina peywendiyên hin welatên îslamî bi Rejîma Siyonîst ra ji xiyanetên herî mezin da zanîn û got: Dibe ku hinek bibêjin, pêkhatina yekîtiyê di rewşa niha da û tevî hebûna hin serokên welatên îslamî ne pêakn e, lê rewşenbîr, zana û bijardeyên Cîhana Îslamê dikarin rewşê veguherînin rewşeke ciyawaz digel xwesteka dijmin ku di vê rewşê da îmkana pêkhatina yekîtiyê dê hêsantir bibe.
Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji cinayetên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û bi taybet kuştina xwendevanan li Efxanistanê, got: Li her du aliyên şîe û suneyan da hin kesên tundrê û zêdegav hene ku ti têkiliya wan bi şîetî û sunetiyê ra tuneye û ev tundrêtî nabe ku rewşê ji bo tawanbarkirina mezheban bi xwe xweş bike û divê rûbirbûna cidî digel kesên ku bi navê alîgiriya mezhebekê, hestên aliyê din tînin coşê, pêk were.
Wî dijwarî û zzext û kuştinên her rojî li Filistînê û cihên din ên Cîhana Îslamê encama "Belawelabûna Umeta Îslamî" da zanîn û tevî amajeya bi babetên hevpar ên zehf di navbera misilmanan da, got: Komara Îslamî ya Îranê heta niha her tiştê ku ji destî hatiye, ji bo pêkanîna rasteqîn a Yekîtiya Îslamî bi kar aniye ku mînaka wê ya berbiçav piştevaniya giştalî ji birayên sune li Filistînê ye ku ev piştgirî piştî vê jî dê bi hemî hêza xwe were domandin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku Bereya Berxwedanê ku li Cîhana Îslamê pêk hatiye, ji aliyê Komara Îslamî va tê piştgirîkirin, got: Baweriya me bi kerem û qenciya Xwedê heye û ji bo pêkhatina rasteqîn a miraza mezin anku Yekîtiya Îslamî hêvîdar in.