Despêbûna tetbîqata deryayî ya hêzên parastina sînor li Kendava Farsê
Tetbîqata sînorvaniyê ya navçeyî ya Muhemed Resûlullah (S) li avên Kendava Farsê li peravên deryayî û qeraxa Buşehrê li başûrê Îranê hat lidarxistin û sîstemên pêşketî tê de hatin bikaranîn.
Tetbîqat û rahênana navçeyî ya Muhemed Resûlullah (S) îro Sêşemê li avên Kendava Farsê li Buşehrê birêve çû û armancên vê tetbîqat û meşqê jî pêşxistina hêza şerkerî û bidestxistina şarezayên deryayî yên operasiyonê û hemahengiya di navbera hêzên çekdar ên Komara Îslamî de ye.
Serdar Ehmed Elî Goderzî Fermandarê Polîsên Sînor ê Komara Îslamî ya Îranê tetbîqata navçeyî ya Mihemed Resûlullah (S) wek tetbîqata peravê ragihand û got: Di vê meşqê de, pevguhertinên operasiyonal û taktîkî û îstixbaratî bi alavên RADARî, sîstemên elektronî û optîk, balefirên bêfirokevan ên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li ser dijberan têne cibicîkirin.
Fermandeyê polîsên sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê îşare bi bikaranîna sîstemên sansor ên pêşketî ji bo şopandina sînoran di her demê de kir û got: ev sansor dikarin asta hişyariya hêzên sînorî zêde bikin.