Cotmeh 11, 2022 11:29 Asia/Tehran
  • Reîsî: Ewlehî û deshilatdariya Îranê bi rawestana gel ve girêdayî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja digel malbata şehîdê ewlehîyê, ewlehî û deshilatdariya Komara Islamî ya Îranê deyndarê rawestana miletê Îranê û hewla bi hezaran şehîdan da zanîn û tekezî li ser vê yekê kir ku divê her kes ji bo parastina vê sermiyana neteweyê bixebite.

“Selman Emîr-Ehmedî” yek ji endamên wêrek û fedakar ê Besîc, li dû aloziyên navçeya 17-an a Tehranê, ji aliyê kesên ajawegêr ve hat şehîdkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî digel malbata şehîdê parêzvanê ewlehiyê Selman Emîr-Ehmedî got: Sermiyana herî girîng a Îrana Îslamî jin û mêrên wekî şehîd Emîr-Ehmedî ne ku di demên curbicur de sînga xwe li hember gef û metirsiyên curbecur ji bo gel û welat dikin mertal da ku welat û gel zirarê nebînin.

Serokomarê Îranê di dirêjahiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Emîr-Ehmedî re xwest û çanda canfedayiyê û şehadetê yek ji girîngtirîn faktorên hêza netewî li Îranê bi nav kir û got: Tişta ku Komara Îslamî ya Îranê li qada rûbirûbûna berdewam a li hemberî her cure gef, komplo û kiryarên dijminane serbilind û serketî hiştiye, sermaya civakî, yekitiya gel û çanda fedakarî û şehadetê ye.

Reîsî tekezî li ser pêwîstiya şopandina cidî ya bûyera tal a şehîdkirina Emîr-Ehmedî kir.

Serepeyv