Cotmeh 10, 2022 12:09 Asia/Tehran
  •  Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Boykotên werzîşê îdiayên zorbêjan bêwate kirin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî boykotên werzîşê piştî şerê Ukraynê wek sebeba bêwatebûna îdiayên zorbêjan û şopînerên wan derbarê têkelnekirina siyasetê di werzîşê da zanîn.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel berpirsên Kongreya Şehîdên Werzîşkar û komeke dayîkên şehîdên werzîşkar ku di roja 11ê Îlona 2022an da hatibû lidarxistin û îro anku Duşemiyê li cihê lidarxistina vê komcivînê li Tehranê hat weşandin da, her wiha ragihand, Boykotên li dijî werzîşê nîşan da ku her cihekî ku li ser xêra berjwendiyên welatên rojavayî be, ew ê hêlên xwe yên sor derbas bikin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha tevî tekeziya li ser pêwîstiya hevrêkirina serkeftina teknîkî digel serkeftina nirxan di meydanê da, got: Eva ku werzîşkarê îranî ji ber neketina pêşbirkê digel şandiyên Rejîma Siyonîst ji mîdalê tên bêparkirin, di rastiyê da serkeftinek e, ji ber ku pêkanîna pêşbirkê tê wateya bifermînaskirina rejîmeke xesbker, celad û zarokkuj û binpêkirina serkeftina exlaqî di berdêla serkeftina teknîkî û rûvekî ye ku bi ti awayî ne hêja ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî atmosfera niha ya werzîşê di bin bandora manewiytea şehîdên werzîşkar da zanîn û tevî destnîşankirina dîmenên dîndarî û pabendiya werzîşkarên îranî, got: Rawestana jina werzîşkar li ser sekûya qaremaniyê bi hîcaba îslamî û mesafenekirina digel mêrê biyanî, xelatkirina mîdalên qaremaniyê bo malbatên şehîdan, secdekirin û bilêvkirina navê îmaman piştî serkeftinê û çûyîna taxima werzîşê bo ziyareta Erbeyînê, diyardeyên ecêb û bêhempa di cîhana madî û tijî fesad a roja îro ne ku ji bo naskirina kûrahiya rûhî û exlaqî ya gelê Îranê divê werin berçavgirtin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî şîret li werzîşkaran kir ku şeref û avrûya xwe, gel û welatê xwe bi rêya sexbêriya ser liv û tevgerên xwe di meydana pêşbirkê da û derveyî wê biparêzin. Wî her wiha got: Di raboriyê da atmosfera me ya werzîşê hertim bi navê Xwedê û îmamê mesûm û aliyên dînî û exlaqî dihat xemilandin, lê rojavayiyan hewil da ku hevrê digel werzîşê nû, çanda xwe jî bînin ku divê tevî hînbûn û pêşketina di werzîşên nû da, em çanda xwe jî di vî warî da serdest bikin û nehêlin ku werzîş bibe pireyek ji bo hatina çanda rojavayî.

 

Serepeyv