Cotmeh 09, 2022 15:21 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Em îzna destwerdan û destdirêjiyê nadin ti biyaniyekê

Fermandarê gişt ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku em îzna destwerdan û destdirêjiyê nadin ti biyaniyekê, got: Hêzên çekdar piştevanê hevûdu û di bereya pêşîn a gel ji bo parastina elwehiya welêt û têkoşîna dijî gefan.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr serleşker Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê gişt ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di rêûrisma sibê ya hevpar a bi navê "Soza Leşkeriyê" li Zanîngeha Xatem Ul-Enbiyayê ya Hêza Bergiriya Asimanî ya Artêşê tevî pîrozkirina dem û rojên destpêbûna îmamet û welayeta hezretê Sahib el-Zeman (Ec), Hefteya Yekîtiyê û rêzgirtina li Hefteya Hêza Întizamî, amaje bi gefên berfireh û hevdudanî yên dijminên welêt kir û got: Di rêya hereketa înqilabê ber bi şaristaniyeta nûjen a îslamî û dabînkirina pêdiviyên zuhûrê da, gefên berfireh û hevdudanî yên dijminan, di her qonaxekê da bi awayekî tên dîtin.


Emîr serkeşker Mûsewî her wiha got: Di serdema Înqilaba Îslamî ya Îranê da ku li gorî gelek şehediyan serdema girêdana bi zuhûra Hezretê Mehdî (Ec) ye, sembola berbiçav a taxût û pergala serdestîxwaz, şeytanê mezin anku Amerîka û zarê wan ê nerewa anku rejîma sexte ya siyonîst, bûne pêşengê têkoşîna dijî rêya bextewariya mirov ku di nexşerêya Înqilaba Îslamî ya Îranê da hatiye xuyakirin.

Serepeyv