Cotmeh 08, 2022 17:35 Asia/Tehran
  • Bi amadebûna Reîsî sala nû ya xwendinê ya zanîngehên Îranê dest pê kir

Serokê Komara Islamî ya Îranê li destpêka sala nû ya xwendinê ya zanîngeh, kalêc û navendên xwendina bilind li seranserî welêt li zanîngeha El-Zehra ya Têhranê beşdar bû.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişande ser vê yekê ku îro nêzîkî %60 ji xwendekarên vî welatî xwendekarên keç in û ruhê hevgirtî yê lêkolîn û zanistî û tehemula xwendekarên keç di vî warî de bi bandor zanî.

Reîsî her wiha got: Di salên piştî serketina Înqilaba Îslamî de, gelek jin di warên akademîk ên Îranê de biriqîn û heta karîn di qada cîhanê de jî şiyanên xwe nîşan bidin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir ku dema jina îranî ya xwenda destkeftek girîng a zanistî di asta cîhanê de pêşkêş dike, hildikişe ser platformê, ala Komara Îslamî ya Îranê bilind dibe û sirûda neteweyî ya Îranê tê lêxistin, ev yek hêz ji bo welat diafirîne.

Reîsî bi gotina vê yekê ku zanist û zanîn parametr û pêkhateyên girîng ên hêz û şiyana ne, roja îro Îran tevî dorpêçên herî berfireh di warên curbicur ên zanistî û pîşesazî de pêşkeftinên ecêb bi dest xistine û ev rê dê berdewam bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha behsa şopa dijminan li ajawegêrî û aloziyên vê dawiyê kir û got: Dijmin difikirî ku dikare li zanîngehê daxwazên xwe pêk bîne, Lê nedizanî ku xwendekar û mamostayên îranî şiyar in û nahêlin xewn û xeyalên derew ên dijmin pêk werin. Bi tekez ew ê hem di warê zanist û zanînê de hem jî di warên din de dijmin têk bibin.

Reîsî mentiqê hikûmeta Îranê di danûstandinên rakirina sizayan û hewla dijmin ji bo sepandina şert û mercên xwe li ser Îranê rave kir û tekez kir, ku Tehran ji destpêkê ve ragihandiye ku ew ji maseya gotûbêjan dernakeve, belku li ser danûstandinên bi rûmet tevdigerin. îro mantiqê Komara Îslamî ya Îranê li cîhanê tê qebûlkirin.

Serepeyv