Cotmeh 06, 2022 08:02 Asia/Tehran
  • Destûra Reyîsî bo parêzgarê Azerbaycana Rojava ji bo lezandina gihandina alîkariyê bo ziyandîtiyên erdhejê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser berxwegirtina tevdîrên pêwîst ji bo dabînkirina sitargeha guncaw ji bo ziyandîtiyên ji ber erdhejê li vê parêzgehê beriya destpêbûna sermayê tekez kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî digel parêzgarê parêzgeha Azerbaycana Rojava da, tevî bihîstina rapora rewşa herî dawî ya navçeyên erdhejlêqewimî li vê parêzgehê, destûrên pêwîst ji bo lezandina pêvajoya alîkarîgihandin û bicihkirina demkî ya gelê ziyandîtî dan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bila gelê navçeyê dewletê li kêleka xwe hîs bike û dilniya be ku dewlet heta dema çareserkirina pirsgirêkên tevahiya gel û ziyandîtiyên ji ber erdhejê, dê li kêleka wan bimîne.

Erdhejeke bi mezinahiya 5.4 rîşterî berbanga roja Çarşemiyê şaristana Xoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakûrê rojavayê Îranê hejand.

Ji ber vê erdhejê, heta niha 1126 kes birîndar bûne.


 

Serepeyv