Cotmeh 05, 2022 14:46 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Hêzên çekdar ên Îranê dê bersiveke dijwar bidin xerabkariya herî biçûk a dijminan

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê bi hemî hêza xwe dê bersiveke dijwar bidin xerabkariya herî biçûk a dijmin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Edmîral Şehram Îranî, Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di pêncemîn Bîranîna 565 şehîdên artêşê yên parêzgeha Qumê li başûrê Tehranê, tevî amajeya bi vêya ku Hêza deryayî ya Artêşê di 5 Komkeştî û 3 keştiyên şêrr li Deryaya Sor û Kendava Edenê memûriyeta xwe pêk tîne, got: Hebûna Îranê li deryayan ji bo dabînkirina ewlehiya Îranê di zêdetir ji 2 hezar û 500 kîlometreyan da ye.

Edmîral Îranî bi gotina vêya ku hemî amûrên Hêza deryayî ya Artêşa Îranê birojkirî ne, got: Roja îro hêzên çekdar ên Îranê di asta herî bilind a amadetiyê da ne û dijmin dizane ku nikare di qadên şêrr da bi me ra rûbirû bibe, loma berê xwe dide rêyên din.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê di bin siya Fermandarê gişt hêzan da bi hemî hêza xwer rawestiyane û dê bersiveke dijwar bidin xerabkariya herî biçûk a dijminan û gelê Îranê bila bizane ku zarên wî li erd, asiman û deryayê rê nade dijminan ku destdirêjiya herî biçûk li ser axa pak a niştîmanê bike.

Edmîral Îranî tekez kir: Hêzên çekdar ên Îranê roja îro ti tirsek ji dijminan tunene.

 

Serepeyv