Cotmeh 05, 2022 07:45 Asia/Tehran
  • Erdhejeke bi hêza 5.4 bakûrê rojavayê Îranê hejand

Erdhejeke bi hêza 5.4 rîşter şaristana Xoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava ya bakûrê rojavayê Îranê hejand.

Li gorî rapora Fars Newsê, Li gorî ragihandina Navenda Tomaarkirina Erdhejê ya Îranê, ev erdhej saet di 3:51ê da bakûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava hejand.

Du paşerdhejên bi hêza 2.9 û 2.7 rîşter jî piştî erdheja sereke hatine tomarkirin.

Emîr-ebas Ceferî Rêveberê gişt ê Qeyranê yê parêzgeha Azerbaycana Rojava got: Heta niha tu nûçeyek ji ziyanên canî li pey vê erdhejê nehatiye ragihandin. Wî got: Ziyanên qewimî li hin malên gundî û bajarî di asta qeliştina dîwaran da ne.

 

Serepeyv