Cotmeh 04, 2022 22:42 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Divê Merakêş bersiva bêewlehiyên ji ber asayîkirina peywendiyên bi Rejîma Siyonîstî re bide

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê xîtabî Wezîrê Karên Derve yê Merakêşê (Mexribê) kir û got: Divê Mexrib bersiva bêewlehiyên ku ji ber asayîkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîst re çêdibin, bide.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Peywirdarê ya Wezareta Karên Derve, Nasir Kenanî Çafî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êvara sêşemiyê îdiayên derew û dubare yên Wezîrê Karên Derve yê Mexribê red kir. ku di daxuyaniyên xwe de îdiaya destêwerdana Komara Îslamî ya Îranê di karûbarên navxweyî yên Yemenê û welatên erebî de kiriye û di dewamê de got: Merakêş li şûna tawanbarkirinên bêbingeh li dijî Komara Îslamî ya Îranê, divê xema xwe bigre û bersiva bêewlehiyên ku ji ber asayîkirina peywendiyan bi Rejîma Apartheid a Siyonîst gefê li welat û netewên navçê dixwe, bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê şîret li Wezîrê Karên Derve yê Mexribê kir ku dema xwe ji bo çareserkirina kêşe, êş û azarên gelê mezlûm ên Yemenê derbas bike û li şûna ku pişta xwe bi Rejîma Siyonîstî ve girêbide ji bo sepandina daxwazên xwe li ser vî welatên herêmê, ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Sahraya Rojava li ser bingeha qanûn û rêzikên Neteweyên Yekbûyî gavan bavêje.

Serepeyv