Cotmeh 02, 2022 18:23 Asia/Tehran
  • Reîsî: Plana dijminan a ji bo îzolekirina Îranê têk çû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi pîlanên vê dawiyê yên dijminan ji bo derbekirina welat kir û got: pilana dijminan a ji bo îzolekirina Îranê têk çû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Islamî ya Îranê, armanca dijmin ji dîzaynkirina komployek nû, girtina pêşiya pêşveçûna welêt da zanîn û got: Dema ku Komara Îslamî ji pirsgirêkên aborî derbas dibû û li navçe û cîhanê çalaktir dibû, dijmin bi mebesta îzolekirina welat daketin qadan lê di vê komployê de serneketin.

Reîsî amaje bi gengeşeyên medyayî yên welatên rojava li dijî Îranê û standardên durû yên wan kir û eşkere kir her çend mijara mirina Xanim Mehsa Emînî li Îranê bi timamî û duristî tê şopandin û hemû berpirsan tekezî li ser vê yekê kirine, lê dijmin bi tedbîr û pêngavên berfire yên medyayî hewl dide raya giştî ji rastiyan dûr bêxe, di vê navberê de komek keçên Efxan di dibistanekê de ji aliyê komên terorîst ên bi piştgirîya Amerîkayê ve têne qirkirin û tu bertek ji aliyê van dewekarên mafê mirovan nayê dîtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi vê yekê kir ku, di rewşek wiha de, gelo îdiaya şopandina mafên mirovan û mafên jinan ji aliyê rojavayiyan ve tê qebûlkirin?

Serepeyv