Cotmeh 02, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • Azadkirina bi milyaran dolar ji çavkaniyên diravî yên blokekirî yên Îranê

Medyaya ser bi Encûmena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê (Nournews) ragihand ku bi milyaran dolar ji çavkaniyên diravî ên blokekirî yên Îranê hatine berdan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, medyaya ser bi Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê nivîsî: Di demekê de ku ji ber piştguhxistina aliyên rojavayî bi taybet hikûmeta “Joe Biden” ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên hikûmeta berê ya Amerîkayê, danûstandinên rakirina sizayan bê encam mane, mijara serbestberdana girtiyên biyanî li Îranê û hevdem jî azadkirina çavkaniyên diravî yên blokekirî yên Îranê li Koreya Başûr zêdetir bûye.

Li gorî vê raporê, di hefteyên derbasbûyî de, bi navbeynkariya yek ji welatên navçê, li bara azadkirina hevdem a girtiyên îranî û amerîkî, muzakirên bi dû hev hatin kirin û bi milyaran dolar ji çavkaniyên diravên biyanî ên blokekirî yên Îranê jî  di vê çarçoveyê de.

Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephen Dujarric şeva şemiyê bi armanca pevguhertina girtiyan di navbera Îran û Amerîkayê de serbestberdana Baqir û Siyamek Nemazî piştras kir.

Serepeyv