Li Zahidanê 8 tawanbarên çekdar hatin girtin
Serdozgerê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê tekez kir: Heya niha 8 tawanbarên çekdar ku dixwestin bêewlehiyê zêde û berfire bikin, hatine girtin.
Roja Înê komek endamên dijbereyê li nêzîkî Mizgefta Mekkî ya Zahidan kom bûn û dest bi gullereşandinê kirin û di encamê de fermandarê îstixbarata Sipahê Pasdaran a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê “Sîeyd Elî Mûsewî” şehîd bû.
Li Zahedanê jî xirabkarên çekdar êrîş birin ser 3 navendên polîsan û dest bi gullebaranê ber bi Kelanteriya 16 ya polîsên Zahedanê kirin.
Li gorî vê raporê, li hin taxên bajêr çend teker û tenekeyên çopê şewitandin û nanpêjxaneyek jî li navçeyeke din ya bajêr rastî êrişa çekdaran hat.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, dozgerê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê Mehdî Şemsabadî got: Li gor zanyariyên destpêkê, kesên ku piştî çêkirina bêewlehiyê bi her awayî plan dikirin ji herêmê birevin, ev kes di nav wê lîsteyê de ne ku serbazên nenas ên Îmam Zeman (E.S) (hêzên wezareta Îtileata Îranê) li wan digerin daku wan desteser bikin.
Serdozgerê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê her wiha got: Nerazî û êrişkar pêwendiya xwe bi komên dijmin re hene û komên li dijî yekparçetiya axa welat piştgiriya wan dikin.
Şemsabadî her wiha got: Hêzên ewlekarî û istixbaratî bi naskirina şerûdên çekdar mijûl in û fermana girtina hin ji wan tawankarên naskirî jî hatiye dayîn.
Serdozgerê navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragihand: Armanca dijberên Nizama Îslamî têkdana yekrêziya navbera şîe û sunne ye û alimên şîe û sunnî bêzariya xwe ji kiryarên vê girûpa neyarê nizamê ragihandine.