Qaymqamê Zahedanê: Bajarê Zahedanê bi temamî hatiye kontrolkirin û ewle ye
Qaymeqamê bajarê Zahedanê, navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku bajarê Zahedanê bi hewlên hêzên Întizamî û ewlehiyê di aramiyeke tam de ye.
Roja Înê komek endamên dijbereyê li nêzîkî Mizgefta Mekkî ya Zahedan kom bûn û dest bi gullereşandinê kirin û di encamê de fermandarê îstixbarata Sipahê Pasdaran a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê “Sîeyd Elî Mûsewî” şehîd bû.
Li Zahedanê jî xirabkarên çekdar êrîş birin ser 3 navendên polîsan û dest bi gullebaranê ber bi Kelanteriya 16 ya polîsên Zahedanê kirin.
Li gorî vê raporê, li hin taxên bajêr çend teker û tenekeyên çopê şewitandin û nanpêjxaneyek jî li navçeyeke din ya bajêr rastî êrişa çekdaran hat.
Ebûzer Mehdî Nexeyî qaymeqamê Zahedanê navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê, êvariya roja Îniyê di hevpeyvîneke televizyonî de ligel radyo û televizyona Îranê, amaje bi wê yekê kir ku piştî nimêja înê ya sunniyên Zahedanê hin kesên ku tê zanîn girêdayî li biyaniyan in, çûn navenda polîsan a 16, li nêzî cihê ku nimêja înê lê dihat kirin êrîş kirin ser wê û got: Di despêkê de van kesan dest bi avêtina keviran kirin û piştî demekê hinek kesên di nava vê komê de dest bi teqekirinê kirin û bi mebest girtina qereqola polîsan êrîşî ser wê kirin.
Qaymeqamê bajarê Zahedanê amaje bi wê yekê jî kir ku, hejmarek ji kesên ku dixwestin aramî û asayîşa bajarê Zahedanê têk bidin, yekser li seranserî bajêr bi taybet li navçeyên derdora wê belav bûn û avahiyên hikûmetê, bank, otombîlên agirkujiyê û otombîlên xelkê wêran kirin û agir berdan wan.
Nexeyî diyar kir: Bi hişyariya hêzên leşkerî, polîs û xelkê, pîlanên wan kesan ji bo çêkirina bêewlehiyê û têkdana aramiya civakê bi cih nehat û bajar di bin kontrola polîsan de ye.