Îlon 28, 2022 14:21 Asia/Tehran
  • Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi mûşekan û firokeyên bê firokevan êrişî baregehên terorîstên cudaxwaz kirin

Biryargeha Hemze Seyid El-Şuheda ya hêzên bejayî yên Pasdarên Inqilaba Îslamî bi mûşekên teqez û balafirên bêfirokevan ên wêranker baregehên terorîstên cudaxwaz kirin armanc.

Baregeha Hemze Seyid El-Şuheda ya hêzên bejayî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî îro Çarşemê daxuyaniyek da û tê de ragihand: Piştî hişyariyên pêwîst ji bo rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê bi riya çavkaniyên peywendîdar ji bo jinavbirina pêgehên komên terorîstî yên dijî Îranê yên ser bi îstikbara cîhanî û guhnedana wan ser vê daxwaza rewa û yasayî ku bi berdewamiya hebûna gurûpên terorîstî û êrişên wan ser deverên sînorî yên Îranê û ser hin binke û çeperên sînorvanên îranî û piştgirîkirina wan ji aloziyên vê dawiyê, şervanên bargeha Hemze Seyid El-Şuheda dest bi operasyonên leşkerî û êrişên topxaneyî li ser baregeh û navendên wan li hin deverên Kurdistana Iraqê kirin.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Ji ber ku di vê heyamê de bermahiyên grûpên terorîstî yên dijî şoreşê hîn li deverê belav bûne û ewlekarî û aramiya gelê Îranê tehdîd dikin, îro çarşemî qonaxa nû ya operasiyonên dijî terorîstên hanê dest pê kir. Pêgeh, çeper û baregehên wan girûpên navborî, li kûrahiya herêma Kurdistanê, bi bikaranîna yekîneyên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên hêzên bejayî yên Sipahê Pasdaran , hatin hedefgirtin.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja Şemî 24`ê Îlonê dest bi operasiyona xwe ya topxane û topavêjê li dijî terorîstên cudaxwaz li Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Serepeyv