Îlon 26, 2022 13:53 Asia/Tehran
  • Îslamî: Çavdêriya Ajansê divê bêalî û profesiyonal be

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê çaverêtî heye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) çavdêriya xwe bêalî, profesiyonal û serbixwe pêk bîne.

Şêst û şeşemîn konferansa salane ya gelemperî ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi beşdariya nûnerên welatên endamê vê saziya navneteweyî li Viyena Otrîşê xebata xwe dest pê kir.

Mihemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ji bo beşdarî û axaftina di Şêst û şeşemîn konferansa salane ya gelemperî ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da çûye Viyenê.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê biryar e ku digel Rafael Grûsî, Rêveberê gişt ê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê jî bicive.

Mihemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê roja Duşemiyê di Şêst û şeşemîn konferansa salane ya gelemperî ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da got: Çaverêtiya Îranê ev e ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ji bo parastina pêbaweriya li xwe, rê nede ku hin alî tawanên berê li dijî Îranê hilêxînin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Dosyeya tawanên bêbingeh di sala 2015an da hatiye girêdan û aniha nabe ku bi behaneyên cûr bi cûr were vekirin.

Îslamî bi gotina vêya ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê divê xwe ji palpiştiya bi zanyariyên bêbingeh ji aliyê çavkaniyên bawerpênekirî dûr bike, tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê hertim ji bo danûstandina avaker amade ye.

Serepeyv