Serokê Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Tehranê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî serdana xwe ya New Yorkê ji bo beşdariya di civîna 77an a Civata Giştî ya NY, berêvara Înê gihîşte Tehranê.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî beşdarî û axaftina di civîna 77an a Civata Giştî ya NY da, beşdarî û axaftina di civîna guhertina perwerdehiyê li rêxistina UNESCO'yê, hevdîtina digel rêberên olan, hevdîtina digel pispor û karzanên siyaseta derveyî ya Amerîkayê, hevdîtina digel rêveberên payebilind ên medyayên amerîkî, beşdarî di press konferansê da û hevdîtina digel îraniyên niştecihê vî welatî, berêvara Înê gihîşte Tehranê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Civata Giştî ya NY bi dahêneriyeke taybet wêneya serdarê sipehbod şehîd Qasim Silêmanî bilind kir ku bilez bû nûçeyeke girîng da ku careke din cîhan şehedê cinayeta Amerîkayê û vebirrbûna Îranê di şopandina vê cinayetê da be.