Îlon 22, 2022 13:18 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Pîvera ducûre ya Welatên Rojavayî derheq mafên mirov, mînaka herî mezin a binpêkirina mafên mirov e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi serokomarê Fînlandê da tevî rexneya ji pîvera ducûre ya Welatên Rojavayî derheq mafên mirov, tekez kir: Pîver û standardên ducûre, jixwe mînaka herî mezin û cidî ya binpêkirina mafên mirov e.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di roja sêyem a serdana xwe ya bo New Yorkê da, digel 'Sauli Niinistö', serokomarê Fînlandê civiya û tevî nirxandina peywendiyên Tehran-Helsînkiyê wek peywendiyên dostane û ber bi berfirehbûnê, got: Li gorî potensiyelên heyî li Îran û Fînlandê, danûstandinên du welatan dikarin bigihêjin asteke bilind.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dil heye hevkariya xwe digel hemî welatên dost ji wan bi Fînlandê ra berfireh bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî ronkirina nêrîna Îranê di mijara navokî da, got: Li gorî raboriya bêsoziya Amerîkayê û aliyên ewropî yên Lihevkirina Navokî, roja îro tu kesek li cîhanê nikare îdia bike ku helwêsta Îranê ya wergirtina garantiyên pêbawer ji bo binpênekirina dubare ji aliyê Welatên Rojavayî va neberaqil e.

Reyîsî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê tevî bêsoziya amerîkiyan zalimane û neqanûnî da zanîn û got: Boykot dewama heman siyaseta êrîşa leşkerî bi armanca sepandina xwesteka welatên serdestîxwaz li ser welatên serbixwe ye ku bi rengekî nû tê şopandin, lê boykotan nekarîne Komara Îslamî ya Îranê rawestînin.

 

Serepeyv