Îlon 22, 2022 09:54 Asia/Tehran
  •  Meşa hêzên çekdar ên Îranê di salvegera çil û duyem a Berevaniya Pîroz da dest pê kir

Meşa hêzên çekdar bi boneya rêzgirtina li salvegera çil û duyem a Berevaniya Pîroz li Tehran û navendên din ên parêzgehên Îranê dest pê kir.

Îro Pêncşemî meşa 31ê Şehrîwerê (22ê Îlonê) ya hêzên çekdar ên Îranê tê lidarxistin.

Li gorî Rêveberiya ragihandinê ya Artêşêa Îranê, Meşa hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di roja 22ê Îlonê da bi boneya rêzigirtina li salvegera çil û duyem a Berevaniya Pîroz li Tehranê li kêleka tirba melekûtî ya hezretê Îmam Xumeynî (Re) û li navendên parêzgehên din ên welêt bi beşdariya fermandar û berpirsên payebilind dest pê kir.

Ev rêûrism li Bender Ebasê bi beşdariya Muhemed Baqir Qalîbaf serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dest pê kir û yekîneyên ser-avê û bin-avê yên Artêş, Sipah, Hêza Ewlekariyê û yên gelanî bi awayê hevdem meş li dar xist.

Ev meşa mezin her sal di roja 22ê Îlonê da û hevdem digel roja yekem a Hefteya Berevaniya Pîroz (di serdema şerê Iraqê dijî Îranê yê dehsaliya 1980î da) û bi beşdariya yekîneyên cengê yên Artêş, Sipah û Hêza Ewlekariyê tê lidarxistin.

Di vê merasimê da, destkeftên nû û şiyana berevaniya ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tên nîşandan.

 

 

Serepeyv