Îlon 20, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Muhsinî Êjeyî: Canjidestdana rehmetî Emîniyê dê bi hûrbînî were şopandin

Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê got: Saziya dadweriyê dê mijara canjidestdana rehmetî Mehsa Emîniyê bi baldarî û hûrbînî bişopîne.

Navenda Ragihandinê ya Polîsê Tehranê roja Pêncşemiyê 15ê Îlona 2022an li pey weşandina hin nûçeyan derbarê xerabûna rewşa keçekê piştî veguhestina wê bo navendeke polîs, ragihand: Xatûn Mehsa Emînî ku ji bo şirovekirin û hîndekariyê bo cihekî girêdayî Polîsê Tehranê hatibû veguhestin, li cem kesên din ên veguhestî, ji ber kêşeya dil derdem bi hevkariya polîs û beşa acîl bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê mixabin piştî wê canê xwe ji dest da.

Elî Salihî, dozgerê Tehranê li pey belavbûna nûçeya canjidestdana Mehsa Emîniyê li navendeke polîs, tevî ragihandina vêya ku dozgerîyê destwerdana xwe di vê dosyeyê da dest pê kiriye, qala damezirandina komxebata taybet ji bo vekolandina berûlayên wê yên pizişkî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Hucetul-îslam Xulamhusên Muhsinî Êjeyî, serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê roja Duşemiyê di civîna Konseya bilind a vê saziyê da dilniyayî da malbata rehmetî Mehsa Emîniyê ku piştî bidestxistina encamên ceribîngehê, ew ê bi aşkiratî bên ragihandin.

Serokê Saziya Dadweriyê ya Îranê got: Ji Rêxxistina Pizişkiya Qanûnî ra derbarê vekolandina mijara canjidestdana rehmetî Mehsa Emîniyê destûra hatiye dayîn ku vê mijarê bi baldarî vekolîne; Di vî warî da kiryarên seretayî di pizişkiya qanûnî da bi cih hatine û nimûneyên pêwîst bo ceribîngehê hatine şandin.

 

Serepeyv